Herêma Kurdistanê pêwîstiyên zivistanê ji kampan re peyda dike

KDP.info-Dihok- Cîgirê serokê komîteya mafê mirovan li Parlementoya Kurdistanê diyar dike ku, ew lige hikûmetê cviyane ji bo peydakirina pêwîstiyên Zivistanê bo kampan.
Feyrûz Teha ji KDP.info re ragehand ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê soz daye ku ew dê pêwîstiyên zivistanê ji sûtemenniyê bo kampên penaber û derbideran peyda bike.
Feyrûz diyar kir ku, hejmara penaber û derbideran niha gehiştiye nêzîk 2 milyonan, Herêma Kurdistanê jî bi cave rêzê pêşwaziya wan kiriye.
Wê parlementerê da zanîn ku, tevî krîza aborî û darayî, lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dî alîkarîkirina penaber û koçberan de xemsar nebûye û hemû pêwîstiyên wan peyda dike.




