27 malbatên derbider ji Îranê vedigerin Kurdistanê

KDP.info-Hewlêr- Ji destpêka vêalê ve 27 malbatên derbider ji Îranê vegeriyane Herêma Kurdistanê, amarên fermî jî diyar dikin ku ji sala 1992an ve 23 hezar malbat vegeriyan e.
Rêveberê koç û koçberan li Soranê, Ebas Emîr di daxuyaniyekê de ji KDP.info re ragehand ku, ji destpêka sala 2015an ve 27 malbatên aware ji Îranê vegeriyane Herêma Kurdistanê.
Emîr diyar kir ku hejmara endamên wan 27 malbatan, 75 kes in.
Navborî balkişand jî ku, hemû hesankariyek bo vegera wan derbideran tê kirin heta ku bigehin cihê mebest, ji wan 27 malbatan jî 19 çûne parêzgeha Dihokê, 6 bo Hewlêrê û 2 çûne Silêmnaniyê.
Li gor amarên wê rêveberiyê, ji sala 1992an û heta niha 23 hezar malbat vegeriyane.




