Firoke pêgehên DAIŞê li Şingalê jinav dibin

KDP.info-Şingal- Fermandarekî Hêzê Pêşmerge li Şingalê dibêje ku, firokeyên şer 10 rokêt arasteyî binkeyên terorîstan kirin.
Fermandarê lîwaya 12 yê Pêşmergeyên Kurdistanê li Şingalê, Izedî Seido ji KDP.info re ragehand ku, firokeyên şer ên hevpeymanan ji deuh bi şev û heta sere sibeha îro, 10 rokêt arasteyî pêgehên terorîstên DAIŞê li taxên Şingalê kirine, hemû rokêt jî li armancên diyarkirî ketine.
Seido diyar kir ku ziyanên madî û mirovî yên mezin di nav rêzên terorîstan de ketine, lê heta niha znyariyên dûr derbarê ziyanan de nehatine bidestxistin.




