26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Lêjneya Asayiş û Navxwe: Belge hene ku destê hevalên Newşîrwan di xerakirinan de hebû

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Serokê Lêjneya Asayiş û Navxwe ya Parlamentoya Kurdistanê ragihand ku, belgeyên pêwîst di destê wan de hene ku destê hevalên Newşîrwan di guhertina rêya xwepêşanderan de hebû.

Nazim Kebîr Herkî Cîgirê Serokê Lêjneya Asayiş û Navxwe ya Parlamentoya Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Me di lêjneya xwe de kar li ser komkirina belgeyan derbarê xwepêşandanên vê dawiyê li Silêmaniyê û Germiyan û Helevceyê û di wê bareyê de belgeyên pêwîst li ber dest in ku Newşîrwan û hevalên wî destê wan di guhertina rêya xwepêşadanên rewa yên mamosteyan û anîna tevliheviyê bi rêya zarokan de hebûye, ku ew han didan êriş bikin ser baregehên PDKê û wan bişewitînin û kadir û welatî şehîd û birîndar kirin.”

Herkî wiha got: “Di dema xwe de emê wan hemû belgehan derxînin û wê demê divê ew kesên ku destê wan di xwîna welatiyan de hebe biçin pêşiya dadgehê û dadgeh milet yekalî dike ku ew sedema vê tundiyê bûne û xelk jî wan bi rêya dengdanê dadgeh bike.”
 

Nûçeyên têkildar