26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mehmud Osman: Di rêkeftina ligel Bexdayê de pêwîst e gerentî û aliyê siyasî jî tê de be

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Siyasetmedarê kurd Mehmud Osman derbarê çûna şanda Herêma Kurdistanê bo Bexdayê 4 xalan diyar dike û dibêje, nabe ew şand di gotûbêjan de lezê bike û divê vegere û pêwendiyê bi hemû aliyan ve bike.

Mehmud Osman Siyasetmedarê kurd û parlamanterê berê yê Iraqê ji malpera KDP.info re ragihand: “Şanda Kurdistanê ya ku dê serdana Bexdayê bike, divê yekgirtî be. Pêwîst e ew şand tekez li ser hemû xalên nakokiyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de bike ne tenê li ser mûçe û budce. Eger rêkeftin hat kirin, pêwîst e bi hûrî were nivîsandin, herwiha divê rêkeftin bi gerentî be û aliyê sêyem jî tê de be wek Îran û Amerîka û Neteweyên Yekbûyî yan her aliyekî din.”

Siyasetmedarê kurd Mehmud Osman derbarê çûna şanda Herêma Kurdistanê bo Bexdayê 4 xalan diyar dike û dibêje, nabe ew şand di gotûbêjan de lezê bike û divê vegere û pêwendiyê bi hemû aliyan ve bike.
 

Nûçeyên têkildar