“Ti pêşmergeyek ji ber goranbûnê nehatiye derkirin”
__2015_10_24_h21m13s55__LB.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Serokê Lêjneya Karubarê Pêşmerge ya Parlamentoya Kurdistanê red dike ku ti pêşmergeyek li ser goranbûnê nehatiye derxistin yan cezakirin û dibêje me serdana cihan kir û tiştekî wisa tune ye. Herwiha yên ku çûne malê wek erkekî exlaqî ligel Mistefa Seyid Qadir çûne malê û mûçeyên wan nehatine qutkirin.
Arî Hersîn, Serokê Lêjneya Karubarê Pêşmerge ya Parlamentoya Kurdistanê ji malpera KDP.info ragihand: “Ez wek PDKê û Behar Ebdulrehman wek Yekgirtû û Mehmûd Hacî Umer ku Goran e ji Lêjneya Karubarê Pêşmerge me bi hevre serdana wan cihan kir ku hatibû gotin pêşmerge ji ber goranbûnê hatine derkirin, lê ji me re diyar bû ku ew yek dûre ji rastiyê û ti pêşmergeyek ji ber bîr û baweriyên wî nehatiye derkirin.”
Hersîn wiha got: “Yên ku çûne malê wek erkekî exlaqî ligel Mistefa Seyid Qadir çûne malê û mûçeyên wan nehatine qutkirin.”




