25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hejmarek terorîst û çekên giran ên DAIŞê hatin jinavbirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî li çend navçeyan li eniya Rojavayê Dîcle li terorîstên DAIŞê dan û hejmarek terorîst û û çekên giran ên DAIŞê hatin jinavbirin.

Saet 3:30 îro Şemiyê balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî li herdu navçeyên Wayîlî û Sayiloya Wayîlî  li eniya Rojavayê Dîcle bi tundî li terorîstên DAIŞê dan.

Li gorî zanyariyên ku Fermandehiya Meydanî ya Pêşmergeyên Zêrevanî, li navçeyê kom kiriye, di encama wan bombebaranan de hejmarek terorîst û û çekên giran ên DAIŞê hatin jinavbirin.

 

Nûçeyên têkildar