Serok Barzanî ligel rayedarên Emaratên Erebî civiya

Duhî roja înê serokê herêma Kurdistanê Birêz Mesûd Barzanî ji aliyê Cîgirê Serok Dewleta Emaratên Yekgirtî yên Erebî Şêx Muhemed Bin Zayêd Elnheyian hat pêşwazî kirin.
Cîgirê Serok Dewleta Emaratên Yekgirtî yên Erebî Şêx Muhemed Bin Zayêd Elnheyian bi germî pêşwaziya serok Barzanî kir û tekez li ser bihêztir kirina peyvendî û berjewendiyên heyî yên di navbera her du aliyan de kir.
Herweha Şêx Muhemed Bin Zayêd Elnheyian xwest warê bazirganî û weberhênan di navbera Herêma Kurdistanê û Dewleta Emaratên Yekgirtî yên Erebî de paştir bibin




