26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

2 terorîstên DAIŞê xwe radestî Pêşmergeyan dikin

Çavkanî: KDP.info

KDP.info-Mexmûr-Li devera Mexmûrê ya Başûrê Kurdistanê, 2 terorîstên DAIŞê radestî hêzên Pêşmerge bûn.

Duh êvarê li gundê Sultan Ebdullah yê nêzîkî bajarokê Mexmûrê, 2 terorîstên DAIŞê teslîmî Pêşmerge bûn.

Fermandarê Hêzên Pêşmerge li eniya Guwêrê, Cemal Mortke di daxuyaniyekê de ji KDP.info re ragehand ku, ew terorîstên DAIŞê, Iraqî bûn û ji gundê Nesir hatibûn û wiha berdewam kir: “Ew terorîst şeva borî saet 10 teslîm bûn û niha di bin lêpirsînê de ne.”

Cemal Mortke li ser çawaniya xwe radestkirina wan jî got, DAIŞiyên ku tên xwe radset dikin divê ji dûr ve çek û kincên xwe derxînin û paşê radest bibin û got, DAIŞ li aliyê Mexmûrê lawaz bûye ji ber wê jî çekdarên wê hêviya wan bi rêxistinê nemaye û ji tirsa tên radest dibin.

Fermandeyê eniya Guwêr herwiha ragihand, gellek kes tên xwe radest dikin, her çiqas hinek ji wan nabêjin em endam yan terorîstên DAIŞê ne lê ji deverên di bin destê DAIŞê de tên…

Nûçeyên têkildar