26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Divê hikûmeta Iraqê mafên darayî yên Herêma Kurdistanê xerç bike

Çavkanî: KDP.info

KDP.info-Bexda- Şandeya Herêma Kurdistanê vê heftiyê diçe Bexdayê, Parlementoya Iraqê jî proje yasaya budcye giştî gotûbêj dike.


Endama komîteya aborî û veberhênanê li Parlementoya Iraqê, Necîba Necîb, di daxuyaniyekê de ji KDP.info re ragehand ku, dê roja Sêşemê parlemento xwendina yekem bo proje yasaya budceya giştî ya sala 2016an encam bide.


Necîba Necîb diyar dike jî ku, danîna ji sedî 17 wek pişka Herêma Kurdistanê di budceya giştî de be snake, divê şandeya Herêma Kurdistanê ligel hikûmeta Bexdayê li ser mîkanîzma xerçkirina budceya sala 2015an behis bike û rêkefe.


Bexdayê ji Sibata 2014an ve budce û mûçeya Herêma Kurdistanê biriye û heta niha wek pêwîst mafên darayî yên Herêma Kurdistanê li gor destûrê bicih nekiriye.

Nûçeyên têkildar