26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Amed: Kurdan ji şanda Fransa re gotin em dixwazin bi xwe navçeyên xwe birêve bibin

Çavkanî: KDP.info

Şaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Osman Baydemîr, li Amedê bi şandeyeke Fransa re hate ba hev û diyar kir ku, li Tirkiyê 20 mîlyon Kurd, li ser erdnîgariya xwe dixwazin bi rêvebiriyê herêmî xwe rêvebibin.

 

Bi mebesta ji nêzîk ve şopandina pêşveçûnên li bajarê Amedê ya bakûrê Kurdistanê şandeke Fransî ku ji parlemanter û senator, şaredariyê bajaran pêkhatibû serdana şaredarê bajarê mezin yê Amedê Osman Baydemir kirin.

Serokê şanda Fransî Dominique Adenot drbarê greva biçîbûnê ya li zîndanên Tirkiyê destpê kiriye gomanên xwe anîn ziman.

Ji aliyê xwe ve Osman Baydemir helwesta hikûmetê û bi taybet yê serokwezîrê Tirkiyê rexne kir.

Baydemir got: “Sedema greva birçîbûnê li girtîgehan ji ber nebûna wekheviyê, azadî û dadperweriyêye li vî welatî ye. Ev însan tenê aştiyê dixwazin, ev xwestek ne tenê xwesteka 680 girtiyan e belku xwesteka me hemûyan.”

Osaman Baydemir aşkira kir ku ji sala 2009`an û heya îro nêzîkî 9 hezar siyasetvanên kurd hatine girtin û xistine zîndanan.

Şaredarê Amedê berdewam kir û got: “20 milyon Kurd li ser erdnigariya xwe dixwazin bi xwe navçeyên xwe birêve bibin. Xweseriya Demokratîk yanî ev merkezcîtiya li Tirkiyê heyî derbas kirine.”

Nûçeyên têkildar