25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Li Colemêrgê 4 leşker mirin 11 jî birîndar bûn

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info- Li herêma Oremarê ya Geverê 4 leşkerên Tirkiyeyê mirin û 11 jî birîndar bûn.

Li gorî gahiyan îro 22yê Cotmehê li herêma Oremarê birûskê li leşkerên tirk ên girêdayî tîma taybet a cendermeyan da û di encamê de 4 leşkeran jiyana xwe ji dest dan û 11 leşker jî birîndar bûn.

Hat zanîn ew hêza taybet a leşkerên Tirkiyeyê ji bo operasyonê çûbû herêma Oremar a Colemêrgê.

Hat gotin metirsî li ser jiyana leşkerên birîndar nîne.

Nûçeyên têkildar