Elî Teter: Hikûmet ji destê hevalên Newşîrwan çû û êdî bi hêsanî navegerin nav vê hikûmetê

Hewlêr-KDP.info- Endamekî Serkirdatiya PDKê di wê baweriyê de ye ku vegera hevalên Newşîrwan bo nava Hikûmeta Kurdistanê wisa bi hêsanî nabe, ji ber bi nefesa opozîsyonê hatine damezrandin û ne ji bo hikûmetdariyê hatine damezrandin, lewma di nava hikûmetê de serkeftî nebûn û ji siyaseta dewletdariyê tênegihîştin, niha jî li pêşiya alîgirên xwe rastî rewşeke xirab hatine.
Dr. Elî Teter Berpirsê Şaxa 10 a PDKê û endamê Serkirdatiya PDKê ji malpera KDP.info re ragihand: “Bi nêrîna min hevalên Newşîrwan nabe careke din werin nava hikûmetê ku ew vê hikûmetê gendel û deribçî dibînin, eger hikûmet di 2 salên borî de gendel bû, ew jî beşek bûn ji wê gendeliyê, eger rast dibêjin çima xwe ji hikûmetê venedikşandin û her beşdar bûn û niha jî hêvî dikin ku dîsa vegerin nava hikûmetê.”
Teter wiha got: “Hikûmet ji destê hevalên Newşîrwan çû û êdî bi hêsanî navegerin nav vê hikûmetê, ji ber ku nabe tu sibehê di nava hikûmetê de be û êvarî xelkê han bide li dijî wê, ku ev yek li ti cihê dinyayê tune ye.”
Wê endamê Serkirdatiya PDKê wiha domand: “Hevalên Newşîrwan ji ber bi nefesa opozîsyonê hatine damezrandin û ne ji bo hikûmetdariyê hatine damezrandin, lewma di nava hikûmetê de serkeftî nebûn û ji siyaseta dewletdariyê tênegihîştin, niha jî li pêşiya alîgirên xwe rastî rewşeke xirab hatine. Dûrxistina wan ji hikûmetê biryareke giran bû, lê PDKê ew biryar bo selametiya welatiyan da, ji bo ku rewşê aram bike û Kurdistan rastî qeyranekî din neyê.”
Elî Teter ragihand: “Yûsif Mihemed Parlamentoya Kurdistanê kiribû navenda Goranê bo danîna pilanan û ew bibû beşek ji têkdana navmala kurdî, ji ber ku hemû cîhan dizane Herêma Kurdistanê di şer de ye û Rojhilata Navîn li pêşiya guhertinên mezin e, lewma niha ji her demê zêdetir pêwîstî bi yekrêziyê heye.”




