26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Tariq Gerdî: Berhemanîna petrol bilind bûye..Siyaseta Kurdistanê serkeftî bû

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-  Endamekî Komîteya Petrol û Gazê di Parlamentoya Iraqê de ragihand ku, siyaseta Herêma Kurdistanê di warê petrolê de serkeftî bû, ji ber ku di demeke kurt de karî ji 250 hezar bermîl asta hinardekirinê bilind bike bo 650 bermîl di rojekê de, lê mixabin daketina nirxê petrolê di bazarên cîhanê de bandoreke mezin li ser aboriyê kir.

Hakim Tariq Gerdî Endamê Komîteya Petrol û Gazê di Parlamentoya Iraqê de ji malpera KDP.info re ragihand: “Çûna şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Bexdê kareke pir normal e û par jî di dema amadekirina projeqanûna budceya sala 2015an çend caran Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê wî Qubad Talebanî û Wezîrê Darayî Rêbaz Hemlan ku ser bi Goran bû, serdana Bexdayê kirin û giştin rêkeftina petrolê, lewma pêwîst e îsal jî beriya pesendkirina projeqanûna budceya sala 2016an şandeke Kurdistanê biçe Bexdayê û rêkeftinek çêbibe.”

Gerdî wiha got: “Siyaseta Herêma Kurdistanê di warê petrolê de serkeftî bû, ji ber ku di demeke kurt de karî ji 250 hezar bermîl asta hinardekirinê bilind bike bo 650 bermîl di rojekê de, lê mixabin daketina nirxê petrolê di bazarên cîhanê de bandoreke mezin li ser aboriyê kir.”
 

Nûçeyên têkildar