26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li Naweranê Pêşmergeyan derbeyek dijwar li terorîstan xistin

Çavkanî: KDP.info

KDP.info-Naweran- Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê planeke terorîstên DAIŞê têkşikandin û ziyaneke mezin gihandin wan.
Berpirsê Pêşmerge li eniya Naweran, Serbest Trwanşî di daxuyaniyekê de ji KDP.info re ragehand ku, şeva borî 5 otombîlên terorîstên DAIŞê ji Mûsilê ber bi gundê Xorspard li Naweranê ve dihatin, dema gehiştina wan, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi çekên curbicur ew topbaran kirin.
Trwanşî da zanîn jî ku, ji encama wê topbaranê ziyaneke madî û mirovî ya mezin gehişte terorîstên DAIŞê.
 

Nûçeyên têkildar