26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li rojavayê Kerkûkê berpirsek DAIŞ’ê hate kuştin

Çavkanî: KDP.info

KDP.info-Kerkûk- Li Eniya Rojavayê Kerkûkê, DAIŞ’ê 2 guleyên hawanan avêtin Pêşmerge û firokeyên şer jî li sengerê DAIŞ’ê bombebaran kir. Di encam de berpirsek rêxistina terorî û hejmarek çekdar hatine kuştin.

Berpirsê Eniya Rojavayê Kerkûkê yê Hêzên Pêşmerge Kemal Kerkûkî li ser navnîşana xwe ya tora civakî ya facebookê ragehandiye ku doh çekdarên DAIŞ’ê 2 guleyên hawanê avêtine sengerên Pêşmerge. Kerkûkî diyar dike ku tîmên îstîxbaratê yên Pêşmerge karîne di demek kurt de cihê çekdaran destnîşan bikin û bigehînin destê Jûra Operasyonên Hevpeymanan.

Kemal Kerkûkî dibêje ku firokeyên Hevpeymanan sengerên DAIŞ’ê yê ku topa hawanê danîne bombebaran kirine û di encam de hejmarek çekdarên vê rêxistinê hatine kuştin.

Kerkûkî herwiha dide zanîn ku di nava kuştiyan de çekdarê bi navê Îbrahîm Xelîl Ehmed el-Kezayî ku weke Ebû Zûbyer tê naskirin jî hebûye. Fermandarê Pêşmerge dibêje ev kes berpirsê leşkerî yê DAIŞ’ê yê Kerta Brême bûye. 

Nûçeyên têkildar