Muhsên Seidûn: Serdana şandeya Kurdistanê bo Bexdayê wê erênî be

KDP.info-Hewlêr- Parlementerekî Kurd li Bexdayê dibêje ku, serdana şandeya Herêma Kurdistanê bi paytexta Iraqê dê erênî be.
Muhsin Seidûn di daxuyaniyekê de ji KDP.info re ragehand ku, serdana şandeya Herêma Kurdistanê bo Bexdayê wê di heftiya bê de be, mebest jê, gotûbêjkirina gotûbêjkirin li ser budceya giştî ya Iraqê bo sala 2016an û pişka Herêma Kurdistanê jê ye.
Seidûn diyar kir ku, ev serdan wê erênî be, ji ber ku pêwîstiya Bexdayê bi petrola Herêma Kurdistanê heye, daku budceya sala 2016an bi temamî peyda bike.
Navborî tekez kir jî ku, divê şandeya Kurdî rijd be li ser pêwîstiya şandina ji sedî 17 ji budceyê bo Hewlêrê.




