26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Berîtanya: Bila aliyên siyasî bi diyalog nakokiyan çareser bikin

Çavkanî: KDP.info
KDP.info-Hewlêr- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Balyozê Brîtanya li Iraqa Federal Frank Baker hevdîtinek pêk anî û di hevdîtinê de behsa kêşeyên siyasî yên li Herêma Kurdistanê, qeyrana aborî û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê kirin. 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî doh pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqa Federal Frank Baker û şanda ligel de kir. Li gor daxuyaniya malpera fermî ya Serokwezaretiyê, di hevdîtinê de behsa kêşeyên siyasî yên li Herêma Kurdistanê, qeyrana aborî û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê kirin. 

Di hevdîtinê de Baker behsa rewşa siyasîû aborî ya Iraqê, metirsiya terorê û hewlên hikûmeta Bexda ya azadkirina deverên di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de kir. 

Baker herwiha behsa armanca serdana xwe ya Kurdistanê naveroka hevdîtinên xwe jî kir û diyar kir ku ew dixwazin aliyên siyasî yên Kurdistanê pirsgirêkên xwe bi rêya diyalogê çareser bikin, yekrêzî û hevgirtina Kurd biparêzin. 

Balyozê Brîtanî diyar kir ku di navçeyê de modêla Herêma Kurdistanê serkeftî ye û welatê wî jî vê yekê daxwaze û got ku ew amadene di her warî de alîkariya Kurdistanê bikin. 

Ji aliyê xwe ve Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî da zanîn ku ew dê hewl bidin pirsgirêkan bi rêya giftûgo çareser bikin. Barzanî diyar kir ku aloziya siyasî karîgerî li ser derûnê Pêşmergeyên li eniya şer nekiriye û got ku rojeva wan ya sereke parastina axa Kurdistanê û çareserkirina qeyrana aborî ye. 

Di hevdîtinê de rewşa Rojhilata Navîn û pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê jî hatine gotûbêjkirin. 

 

Nûçeyên têkildar