“Pêşmerge sînga xwe dide ber guleyan..Goran jî ji pişt ve xencerê li wan dide”

Şingal-KDP.info- Kesayetiya naskirî ya kurdên êzîdî Mehma Xelîl dibêje, Hêzên Pêşmerge sînga xwe didin ber guleyên dijmin da ku ax û xelkê Kurdistanê biparêzin, lê Tevgera Goran ji pişt ve xenceran li Hêzên Pêşmerge didin û zarokên xelkê bi kuştin didin û DAIŞ jî karê wan pîroz dike.
Mehma Xelîl Fermandarê Hêzên Pêşmerge û Kesayetiya naskirî ya kurdên êzîdî ji malpera KDP.info re ragihand: “Hêzên Pêşmerge li eniyên şer de ne û parastina xelkê Kurdistanê dikin û sînga xwe didin ber guleyên dijmin, Goran jî rewşa Herêma Kurdistanê aloz dike û ji pişt ve xencerê li pişta Pêşmerge dide, wa DAIŞ jî karê wan pîroz dike û karê wan wek karekî şoreşgêrî dibîne, bi rastî mixabin jî wî karê wan re.”
Xelîl wiha got: “Newşîrwan û taqima wî li şûna ku tevliheviyê dirust dikin, gerek hatibana çeperên şer û mil bi mile Pêşmerge şerê DAIŞê kiribana. Şikir ji xwedê re ku tevliheviya wan bandor li ser Pêşmerge nekir. Pêşmerge xwe dike qurbanî xweşiya jiyana xelkê û Goran wam dide kuştin. Di hilbijartinan de Goran dê bersiva xwe ji xelkê Kurdistanê werbigire û dê xelk bi xwe wan ji pêvajoya siyasî dûr bike.”
Wî Kesayetiya naskirî ya kurdên êzîdî wiha domand: “Dema Goran naskir ku Serok Barzanî û Hêzên Pêşmerge serkeftineke mezin li ser asta navdewletî bi dest anîne, dest bi tevliheviyê kirin, vêga em ji wan re dibêjin ya ku pîroz e rizgarkirina axa Kurdistanê ye, hema hûn jî ji piş ve xencerê li piştê bidin, di dawiyê de hûnê ziyanê bibînin.”




