26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Qeter: Pêwîst bike emê ligel Tirkiyê derbasî Sûriyê bibin

Çavkanî: KDP.info
 

Ajans-KDP.info- Wezîrê Derve yê Qeterê Xalid El-Etiya ragihand ku, eger pêwîst bike ewê ligel Tirkiye û Erebistana Siûdiyê hêza leşkerî bişînin axa Sûriyê.

Xalid El-Etiya di hevpeyvînekê de ligel Tota CNN a Amerîkayê de ragihand: “Berjewendiyên Qeterê yên siyasî di Sûriyê de tune ne. Em ji destpêka şoreşa  Sûriyê de hewlên xwe bo çareseriyeke siyasî didin.”

El-Etiya wiha got: “Bo parastina welatiyên Sûriyê emê ligel Tirkiye û Sûriyê her tiştî bikin. Eger derbasbûna leşkerî çareser be, bêguman emê wê yekê jî bikin.”

Wezîrê Derve yê Qeterê helwesta Encumena Ewlehiyê ya Navdewletî derbarê kirîza Sûriyê rexne kir û ragihand: “Encumena Ewlehiyê ya Navdewletî bo parastina gelê Sûriyê bi rola xwe ranabe, lewma em û dostên xwe barê parastina wan davêjin ser milê xwe, ew jî bi rêya piştgiriya dijbereya Sûriyê ya nerim.”

Xalid El-Etiya wiha domand: “Em alîkariya Tevgera Ehrar El-Şam dikin, ew ne ser bi El-Qaîde ve ne. Ew grûpeke Sûrî ne û dixwazin welatê xwe rizgar bikin, em wê nabînin tundrew yan terorîst.”

Herwiha derbarê hevpeymaniya hêza 4+1 (Îran, Rûsya, Iraq, Sûriyê) ligel Hizbullaha Libnanê, El-Etiya ragihand: “Li navçeyê bijarde li pêşiya me hene. Yekem: Şer, ku em naxwazin nêzîkê wê bibin. Duyem: Diyalog bo çareseriyê. Em ji şer natirsin, lewma emê bihêz daxwaza aştiyê bikin.”

 

 

Nûçeyên têkildar