26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Holanda: Emê li ser hevkariya Kurdistanê berdewam bin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Şandeke welatê Holanda di hevdîtinekê de ligel Berpirsê Pêwendiyên Pêwendiyên Derve yên PDKê de ragihand ku, ewê li ser hevkariya Kurdistanê berdewam bin.

Hêmin Hewramî Berpirsê Pêwendiyên Pêwendiyên Derve yên PDKê pêşwazî li şandeke Holandî kir û di wê hevdîtinê de bi nave serkirdatiya PDKê pir spasiya gel û hikûmeta Holanda kir li ser alîkariya Kurdistanê û behsa pêşhatên dawî yên deverê û şerê DAIŞê û qehremaniyê Hêzên Pêşmerge kir û da zanîn ku kurd rijd in li ser jinavbirina DAIŞê.

Şanda Holendayê spasiya gelê kurd û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ber rûbirûbûna terorîstên DAIŞê û qehremaniya wan di şikenandina DAIŞê de. Herwiha behsa rola Serok Barzanî wek fermandarê hêzên çekdarî li Herêma Kurdistanê di vî şerî de kir û ragihand ku, ewê li ser hevkariya Kurdistanê berdewam bin.

Nûçeyên têkildar