26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Tevgera Îslamî: Şewitandina baregehan karê DAIŞ e

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê ragihand ku, hewldan bo civîna serokên partiyên siyasî berdewam in û ti alî nerazîbûna xwe li ser nşîan nedaye, herwiha tekez kir ku şewitandina baregehan karê DAIŞ e.

Ebdulah Wertî Berdevkê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Hewldan bo komkirina berpirsên aliyên siyasî bo civîna lutke berdewam in û ti aliyekî red nekiriye û amadehiyan xwe nîşan dane, lê pêdvî bi demê heye û aliyên siyasî xwedî heman nêrîn in, lê niha dem nediyar e.”

Wertî wiha got: “Ti alî ji me ne Îsraîl û yê din ne Filestîn e ku civaka navdewletî têkevin nava me de, lewma divê em di nav xwe de danûstandinan bikin û pirsgirêkên çareser bikin. Ev nakokiyên ku di navbera me de hene divê nemînin ji ber ku em xwedî navçeya herî aram bûn.”

Berdevkê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê wiha domand: “Ew kiltura kirêt a şewitandina baregehan bi kurê xelkê ve, karê yên mîna DAIŞê ne û tiştekî xerab e, lewma pêwîst e aliyên siyasî lezê bikin û bên ser xetê û danûstandinan bikin û nakokiyan çareser bikin.”

Nûçeyên têkildar