Mesrûr Barzanî: Em dixwazin bi aştiyane û jihevtêgeheştinê bibin xwedî welatekî serbixwe
__2015_10_21_h21m9s38__LB.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encumena Assayişa Herêma Kurdistanê di pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê ragihand ku, “em dixwazin bi aştiyane û jihevtêgeheştinê ligel welatên navçeyê bibin xwedî welatekî serbixwe, ji ber ku wek hemû gelên dinyayê em xwedî wî mafî ne, lê em dixwazin ev maf bi rêya aştiyê û dûr ji tundiyê pêk were.”
Îro Çarşemê 21/10/2015 Mesrûr Barzanî Şêwirmendê Encumena Assayişa Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê firank Beykir û şanda pê re kir.
Di wê hevdîtinê herdu aliyan gotûbêj li ser çawaniya bihêzkirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û welatê Brîtanya re kirin û şanda Brîtanya tekez kir li ser giringiya pêgeha Kurdistanê li deverê kir û amaje bi rola bi bandor û qehremaniya Hêzên Pêşmerge di şerê li dijî terorîstan re kir.
Her derbarê vê mijarê de Mesrûr Barzanî tekez kir li ser pêwîstiya pêşkêşkirina alîkariyên zêdetir bo Hêzên Pêşmerge kir, ku ew wek teke hêza bi bandor li ser erdê li dijî terorîstan.
Di beşekî din ji wê hevdîtinê de rewşa navxwe ya Iraqê hat behskirin û Barzanî da zanîn ku bawerî di navbera pêkhatên Iraqê de tune ye û kurdan gelek hewl dane bo mana Iraqê wek welatekî yekgirtî daye, lê ew hewl serneketin û sedema şikestina Iraqê, Bexda ye û nabe em bibin qurbanî pergaleke xerabe.
Şêwirmendê Encumena Assayişa Herêma Kurdistanê ragihand: “Em dixwazin bi aştiyane û jihevtêgeheştinê ligel welatên navçeyê bibin xwedî welatekî serbixwe, ji ber ku wek hemû gelên dinyayê em xwedî wî mafî ne, lê em dixwazin ev maf bi rêya aştiyê û dûr ji tundiyê pêk were.”




