26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şandeke Fraksiyona PDKê serdana eniyên Mexmûr û Guwêr kir

Çavkanî: KDP.info

Mexmûr-KDP.info- Şandeke Fraksiyona PDKê ya Parlamentoya Iraqê serdana eniyên Mexmûr û Guwêr kir û li wir rola Hêzên Pêşmergeyên qehreman di parastina axa Kurdistanê de bilind nirxand.

Bo bilindnirxandina rola Pêşmergeyên qehreman li eniya Guwêr Mexmûr, îro şandeke Fraksiyona PDKê bi serokatiya Serokê wê fraksiyonê serdana eniya Mexmûrê kir û ji aliyê Berpirsê Eniya Mexmûrê pêşwazî lê hat kirin. Piştre wê şandê serdana eniya Guwêrê jî kir û ji aliyê efserên wê eniyê ve hat pêşwazîkirin.

Şanda PDKê di wan civînan de rola Pêşmerge pilind nirxand û amaje bi serkeftinên vê dawiyê ku bûne cihê şanaziyê li ser asta navxwe û navdewletî û rojane di medyayên cîhanî de wek qehreman tên dîtin.
 

Nûçeyên têkildar