26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û Balyozê Brîtanya rewşa deverê gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqa Federal kir û di wê hevdîtinê de, di derbarê rewşa siyasiya navçeyê ya piştî destêwerdana serbaziya Rûsya li Suriye û bandorên wê yên li ser şerê dijî terorîstên DAIŞ gotûbêj kirin.

Îro çarşem 21.10.2015 Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Frank Bêyîker Balyozê Brîtanya li Iraqa Federal û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasî û emnî ya navçeyê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federal û rewşa bereyên şer ya li gel terorîstan, xistin ber behs û di derbarê çawayiya serxistina plana têkşikandina terorîstan li Iraqê gotûbêjkirin.

Li beşekî dinê hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasiya navçeyê ya piştî destêwerdana serbaziya Rûsya li Suriye û bandorên wê yên li ser şerê dijî terorîstên DAIŞ gotûbêj kirin.

Her wiha li vê hevdîtinê de behsa rewşa aboriya Iraq û Herêma Kurdistanê kirin û di derbarê çareserkirina qeyrana darayî guftûgo kirin.

Nûçeyên têkildar