Ehmed Kanî: Serok Barzanî şerê kurdan heram kiriye
__2015_10_20_h17m56s5__LB.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Pêwendiyên Kuridstanî û Niştîmanî yê PDKê ragihand, Serok Barzanî şerê kurdan heram kiriye û eger Newşîrwan Mistefa dikare 20 hezar çekdarî amade bike, bila wan bişîne çeperên şerê li dijî DAIŞê.
Piştî ku Berpirsekî Komela Îslamaiya Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, ku Gorran ne partiyek wisa ye ku xwediyê çekdarên nebe û her dema ku Serokê Giştî yê Gorranê Newşîrwan Mistefa bixwaze, dikare 20 hezar çekdarî amade bike, Partiya Demokrata Kurdistanê bertek nîşan da.
Berpirsê Pêwedniyên Kurdistanî û NIştîmanî yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Ehmed Kanî di daxuyaniyekê de ji malpera KDP.info re ragihand: “Ev gotina Mihemed Hekîm ku gotiye her dema ku Newûşîrwan Mistefa bixwaze dikare 20 hezar çekdarî amade bike, xizmetê bi rewşa siyasî ya Kurdistanê nake.”
Ehmed Kanî got: “Eger wiha be ku Gorran xwediyê 20 hezar çekdarî, bila Newşîrwan Mistefa wê zehmetiyê bikişîne û wan 20 hezar çekdarên kom bike û wan bişîne çeperên şerê li dijê DAIŞê yan 20 çekdar şandiba Kobanî.”
Kanî herwiha destnîşan kir: “Eger bi ratsî tiştek wisa hebe, wê demê Newşîrwan Mistefa bêxem bûye di ast rewşa Kurdistanê de, çimkî ew 1 sal û nîv dibe ku em şerê DAIŞê dikin.”




