26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Parlementoya Kurdistanê “Newşîrwan û taxmê wî” şermezar dike

Çavkanî: KDP.info

KDP.info-Hewlêr- Komîteya karûbarên civakî û zarokan li Parlementoya Kurdistanê, bikaranîna zaroka jina aliyê Newşîrwan Mistefa û taxmê wî ve bo êrîşê kirin li ser baregehên PDK, şermezar dike.


Endama komîteyên, Feyrûz Akreyî di daxuyaniyekê de ji KDP.info re ragehand ku, komîteya navborî di civînekê de bikaranîna zaroka jina aliyê Newşîrwan Mistefa û taxmê wî ve bo êrîşê kirin li ser baregehên PDK, şermezar dike.


Feyrûz Akreyî diyar kir ku, Newşîrwan û taxmê xwe zarok wiha gerim dikirin û di serê wan de diçandin ku pereyên wan li baregehên PDK ne, ew kar jî bi “metirsîdar” binav kir.


Akreyî tekez kir jî ku, Newşîrwan û taxmê xwe ew zarok bo mebest û meremên siyasî bikar dianîn.
Herwiha bi tundî ew karê Newşîrwan û taxmê xwe şermezar kir.

Nûçeyên têkildar