26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kurdistanê daxwaza çekan ji New Zelandayê kir..Bo kurdên êzîdî daxwaza alîkariyê kir

Çavkanî: KDP.info

New Zelanda-KDP.info- Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz ji welatê New Zelanda (Zelanda nû) kir ku, çekan ji Herêma Kurdistanê re bişîne.

 

Îro şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa serdana New Zelandayê kir û ligel hejmarek endamên Encumena Bazirganiya New Zelanda – Rojhilata Navîn civiya.

 

Di wê hevdîtinê de, Felah Mistefa daxwaz kir ku Encumena Bazirganiya New Zelanda – Rojhilata Navîn şirketên New Zelandayê han bide da ku li Herêma Kurdistanê kar bikin, herwiha beşdar bin di pêşketina aboriya Kurdistanê û di projeyên bazirganî û veberhênanê de.

 

Herwiha îro şanda Kurdistanê ligel Wezîrê Derve yê New Zelanda Murey Mekwêlî civiya û di wê hevdîtinê de Mekwêlî behsa rola welatê xwe di hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de û hebûna hejmarek şêwirmendên xwe li Iraqê kir.

 

Felah Mistefa jî ronahî xist ser rewşa Herêma Kurdistanê û kirîzên ku rastî wê tên, ji koçberên Iraqê û bandora wan li ser rewşa Herêma Kurdistanê.aliyê şerê DAIŞê û hebûna hejmarek mezin ji penaberên Sûriyê û

 

Mistefa spasiya wî welatî kir li ser pêşkêşkirina alîkariyan bo Kurdistanê, lê daxwaza alîkariyên zêdetir kir ji ber ku Kurdistan di kirîzeke darayî û aborî mezin de ye. Herwiha rola New Zelandayê di alîkariya Hêzên Pêşmerge de bilind nirxand û daxwaza alîkariyên zêdetir wek çek û teqemeniyan û perwerdeya leşkerî bo Hêzên Pêşmerge kir.

 

Herwiha derbarê pirsa naskirina “qirkirina” kurdên êzîdî ji aliyê DAIŞê ve, Felah Mistefa daxwaz ji Wezîrê Derve yê New Zelandayê kir ku welatê wî di vê pirsê de ji aliyê qanûnî ve piştgiriya Herêma Kurdistanê bike di Dadgeha Tawanan a Navdewletî de, herwiha ji aliyê siyasî ve jî di vê pirsê de alîkariya Kurdistanê bike.

Nûçeyên têkildar