26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Îran dê li ser alîkariya Herêma Kurdistanê berdewam be

Çavkanî: KDP.info

Tehran-KDP.info- Îro li paytexta welatê Îranê Tehran Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji aliyê Serokê Encûmena Bilind a Asayişa Neteweyî ya Îranê Elî Şemxanî hat pêşwazî kirin.

Di civînê de Şemxanî xweşhaliya xwe bi serdana Nêçîrvaan Barzanî derbirî û tekez kir ku dê alîkariya Îranê bo Herêma Kurdistanê berdewam be, bitaybet di şerê li dijî çekdarên DAIŞê de, amaje bi pêwendiyên dîrokî di navbera Herêma Kurdistan û Îranê de kir, lewma ew naxwazin bi ti şêweyî nakokî û nearamî li Herêma Kurdistanê hebe, ew aramiya Herêma Kurdistanê wek aramiya Îranê dizanin, lewma divê yekrêziya aliyên siyasî were parastin û ewlewiyetê bidin şerê li dijî tîrorê û çareserkirina pirsgirêkên darayî.

Di beşekî din ji axaftina xwe eşkere kir ku Îran bi rijdî li rûdawên navçeyê dinere û Herêma Kurdistanê dikre fakterekî girîng be di aramiya navçeyê de, lewma divê li gel Hikûmeta Bexda pirsgirêkên xwe bi gotûbêjan çareser bikin.

Ji aliyê xwe ve Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, spasiya pêşwaziya li wî hat kirin kir û behsa wê yekê kir ku Îran di demên girîng û zehmet de alîakrî pêşkêşî gelê Kurdistanê kiriye û ev yek bilind nirxand, Barzanî bi kurtî behsa bereyên şerê li dijî çekdarên DAIŞê kir û eşkere jî kir ku tevî serkeftinên Pêşmerge lê hîna jî tirsa têrorê heye, divê Îran û welatên din jî alîkariyê bêhtir bikin jibo dûr kirina vê metirsiyê.

Derbarê pêwendiyên dîrokî di navbera herdu aliyan de Barzanî ragehand: “Em girîngiyek mezin bi wan pêwendiyan didin û hewlên xwe didin bo bihêzkirina wan pêwendiyan di hemû waran de.” Herwiha sebaret bi pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Bexda de Barzanî got: “Komek pirsgirêk di navbera Bexda û Hewlêr de hene û pêwîstî çareseriyê ne, lewma di serdanên bê de bo Bexda, em dê hewil bidin ku beşekî ji van pirsgirêkan bi rengekî ku xizmeta berjewendiyên xelkê Iraqê bi giştî pêkbîne çareser bikin.”

Ji aliyekî din Barzanî ew jî anî ziman ku, Herêma Kurdistanê di qeyranek darayî re derbas dibe û ji sala 2014 de budceya Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexda ve hatiye birîn, hejmarek gelekî mezin ji penaberan xwe li Herêma Kurdistanê girtiye, vê yekê barê Herêma Kurdistanê gelekî giran kiriye, ev yek jî pêwîstî yekrêziyê ye li Herêma Kurdistanê jibo parastina aramiya Herêma Kurdistanê di riya gotûbêjan re hemî pirs bêne çareser kirin, herwiha Barzanî derbarê rûdawên vê dawiyê yên Herêma Kurdistan de, ew bi rûdawên nexwazraw û hewila têkdana aramiya Herêma Kurdistanê wesif kirin.

Piştî vê hevdîtinê, Şanda Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ber bi Herêma Kurdistanê de vegeriya piştî ku di konfirasa cîhanî ya Miyonêx de beşdar bibû.
 

Nûçeyên têkildar