26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Almanya û Tirkiyeyê piştgîrî dan Serok Barzanî

Çavkanî: KDP.info

Enqere-KDP.info- Şêwirmenda Almanya Angela Merkel û Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Dautoglu piştevaniya xwe ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re aşkere kirin.


Di kongfranseke rojnamevaniyê de li Enqere ya paytextê Tirkiyeyê, Şêwirmenda Almanya Angela Merkel û Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu ragihandin, ew di şerê li dijî terorê de piştgîriyê didin Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî.

Îro 18ê Cotmehê berî nîvro, Şêwirmenda Almanya Angela Merkel di çarçoveya serdanekê de gihîşt Tirkiyeyê û ligel Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu civiya.

Piştî civînê, Angela Merkel û Ahmet Davutoglu konfransek rojnamevaniyê lidar xistin.

Di vê konfransa rojnamevanî, Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu ragihand: “Ligel Merkel behsa rewşa Herêma Kurdistanê hat kirin û me her du aliyan piştevaniya xwe bo Barzanî û Herêma Kurdistanê di şerê li dijî terorê de nîşan da. Ew niha şerrekî wêrekane li dijî terorê dikin û em jî berdewam dibin li ser alîkarîkirina Herêma Kurdistanê.”

Davutoglu herwiha got: “Ez dixwazim bi kêfxweşî ve bêjim, birêz Merkel di mijara Sûriyeyê û pêşhatên Rojhilata Navîn de, dîtin û nêrînek berfireh heye bo akrê hevbeş ligel Tirkiyeyê. Wek mînak, di mijara alîkarîkirina hikûmeta kurdî ya li Bakurê Iraqê, Tirkiye û Almanya alîakriya birêz Barzanî dikin, di vê çarçoveyê de jî em hemû kar dikin bow ê çendê ku alîakriyên rûbirûbûna DAIŞê rêk bixin. Me ligel birêz Merkel ev mijar bi hûrî behs kir û me nirxandn.”
 
Herwiha di vê konfransa rojnamevaniyê de, Davutoglu amaje bi wê çendê jî kir, ku wî ligel Angela Merkel behsa şer û pevçûnên Sûriyeyê jî kiriye û da xuyakirin: “Êrişên DAIŞê û operasyonênm esmanî bo ser Helebê û derdora wê me dilgiran dik. Di vê bareyê de jî me zanyariyên leşkerî di navbera xwe de guherîne.”

Nûçeyên têkildar