26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Parlamenterekî PDKê polîsên Kerkûkê dilxweş kir

Çavkanî: KDP.info

Bexda-KDP.info- Piştî ku Hikûmeta Iraqê biryar da ku polîs û efserên Parêzgeha Kerkûkê wek parêzgehên din ên Iraqê, qonax bi qonax biçin Enbar û Tikrîtê, bi keda parlamenterekî PDKê ew biryar hat hilweşandin.

Biryarderê Lêjneya Asayîş û Bergiriyê ya Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah ji malpera KDP.info re ragihand: “Biryarek derketibû ku pêwîst e polîs û efser li bajar û parêzgehên din ên Iraqê mehekê dewam bikin, Kerkûk jî yek ji wan parêzgehan bû.”

Şaxewan Ebdullah wiha got: “Min daxwaz ji Wezîrê Navxwe kir ku ew biryar Kerkûkê negire, lewma ew wezîr razîbû ku biryar Kerkûkê negire.”
 

Nûçeyên têkildar