25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokwezîr Barzanî ligel Elî Larîcanî dicive

Çavkanî: KDP.info

KDP.info-Tehran- Serê sibeha îro Yekşemê, li Tehrana paytexta Îranê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji aliyê Serokê Parlementoya Îranê, Elî Larîcanî ve hat pêşwzîkirin.


Di hevdîtinê de Elî Larîcanî diyar kiribû ku, nabe ku rê bi têkçûna rewşa aram a Herêma Kurdistanê bê dayîn. Daxwaz ji aliyên siyasî jî dike ku nakokiyên xwe bi rêya diyalog û danûstanê çareser bikin.


Herwiha Serokê Parlementoya Îranê tekez li ser berdewamiya alîkariya welatê xwe bo Herêma Kurdisanê kiribû.


Ji aliyê xwe ve Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî tekez li ser wê yekê kir ku, pêngavên Herêma Kurdistanê û vê daewiyê dane bo baştirkirina rewşa Herêma Kurdistanê bû.


Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî roja Înê gehiştibû Tehranê û li ser vexwendindeke fermî beşdarî civîna grûpa kar a Kongreya Munich a Asayişê li Tehranê kiribû.
 

Nûçeyên têkildar