Berpirsekî rêveberiya destpakiya Kerkûkê hat kuştin

KDP.info- Kerkûk- Rêveberê polîsên qeza û nahiyeyên Kerkûk ragehand ku, berpirsê odeya lêkolînan li rêveberiya destpakiya Kerkûkê bi êrîşeke guleyan hat kuştin.
Serhed Qadir di daxuyaniyekê de ji KDP.info re ragehand ku, serê sibeha îro Yekşemê, hejmarek çekdarên nenas li taxa Eskerî ya Kerkûkê, êrîş kirine ser berpirsê odeya lêkolînan a desteya rêveberiya destpakiyê, di encam de hat kuşrin.
Qadir da zanîn ku, termê wî qurbaniyê bi pizîşkê dadwerî hat şandin û niha lêkolîn derbarê bûyerê de destpêkirine.




