26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Lêjneya Pêşmerge: Ti pêşmergeyek li ser alîgirtiya partiyên siyasî ji kar nehatiye dûrxistin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Lêjneya Pêşmerge ya Parlamentoya Kurdistanê Arî Hersîn diyar kir ku ti pêşmergeyek li ser alîgirtiya partiyên siyasî ji kar nehatiye dûrxistin.

Serokê Lêjneya Pêşmerge ya Parlamentoya Kurdistan û parlamenterê PDKê Arî Hersîn ji malpera KDP.info re got, em li dû sedemên dûrxistina wan efser û pêşmergeyan çûn ên ku tê gotin ji ber hizra siyasî hatine dûrxistin lê derket holê ku fermana dûrxistina wan li ser wî esasî nehatiye dayîn.

Arî Hersîn diyar kir ku nabe nakokî û hevrikiyên siyasî derbasî nav rêz û refên Pêşmerge bibin û bang li tevahiya efser û pêşmergeyên girêdayî Wezareta Pêşmerge kir ku eger rastî tiştekî wisa hatin demildest wan agahdar bikin.

Serokê Lêjneya Pêşmerge her wiha got ku ew ti carî qebûl nakin Pêşmerge li ser hizr û nêrîna xwe ya siyasî were cezakirin. 

Nûçeyên têkildar