Li sînorê Şingalê zêdetirî 1000 DAIŞî hatine kuştin

Şingal-KDP.info- DAIŞ li eniya Şingalê pir lawaz bûye û nema kare rûbirûyê Hêzên Pêşmerge bibe û her ku êriş dikin rastî şikestineke mezin dibin û heta niha zêdetrî 1000 çekdar hatine kuştin.
Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê Eqîd Nsdir Xemo ji malpera KDP.info re ragihand: “DAIŞ li eniya Şingalê pir lawaz bûye û nema kare êriş bike û rûbirûyê Hêzên Pêşmerge bikin, her ku pêşde hatibin rastî şikestineke mezin hatine, lewma tenê hinek car karin rokêtan bavêjin ser Pêşmerge.”
Eqîd Nadir wiha got: “Cihên stratejîk yên Şingalê bi dest Hêzên Pêşmerge ne, lewma piraniya kelûpelê xwe bo nava Sûriyê veguhestine, ji ber ku dizanin nikarin xwe li ber Pêşmerge bigirin, lewma rizgarkirina Şingalê nêzîk bûye û dê di demeke nêzîk de dê were rizgarkirin.”
Wî fermandarê Pêşmerge wiha domand: “Ew tevligeviya ku li sînorê Silêmanî derketiye, ti bandora xwe ya xerab li ser moralê Pêşmerge çênake, lê belê me berdewam han dide ku berevaniyê li axa pîroz a Kurdistanê bikin. Li sînorê Şingalê zêdetirî 1000 DAIŞî hatine kuştin.”




