26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Newşîrwan xortan dixapîne

Çavkanî: KDP.info

Silêmanî-KDP.info- Berpirsê Şaxa 4 ya PDKê li Silêmaniyê ragihand ku, hevalên Newşîrwan ji aliyê Newşîrwan Mistefa ve tê arastekirin û ew xortan dixapînin.

Seîd Selîm Pişderî, Berpirsê Şaxa 4 ya PDKê li Silêmaniyê ji malpera KDP.info re ragihand: “Em li Herêma Kurdistanê di qonaxeke pir çarenivîsaz û hestyar de ne, em dibînin ku em ber bi qonaxeke nûtir ve diçin, ku tê de emê destkeftên siyasî bi dest bînin, lê mixabin hevalên Newşîrwan wek hercar ti setratîjya wan a neteweyî tune ye û hemû hewlên wan li dijî hewlên neteweyî ne.”

Pişderî wiha got: “Newşîrwan Mistefa hevalên xwe araste dike, ku komek xort li dora xwe kom kiriye, em rêz ji hin ji wan xortan re digirin ji ber ku rewşenbîr in, lê hatine xapandin û niha tên xapandin.”
 

Nûçeyên têkildar