26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Yên baregeh şewitandin û endamên PDKê şehîd kirin dê werin dadgehkirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Endameke Komîteya Yasayî ji Fraksiyona PDKê di Parlamentoya Kurdistanê de ragihand ku, belgeh tên komkirin û her kesek destê wî di şewitandina baregehên PDKê û şehîdkirin û birîndarkirina kadirên PDKê li Silêmaniyê û Helebceyê de hebe, dê werin dadgehkirin.

Veman Feysel Selîm, Endama Komîteya Yasayî ji Fraksiyona PDKê di Parlamentoya Kurdistanê de ji malpera KDP.info re ragihand: “Em wek Fraksiyona PDKê di komîteya yasayî de mijûlî komkirina bilgehan li ser wan kesên ku destê wan di êrişan de hebû û baregehên PDKê şewitandin û kadiroyên PDKê şehîd û birîndar kirin.”

Veman Feysel Selîm wiha domand: “Di dema eşkerebûna wan kesan de, eger parlamenter bin yan jî endamên Encumena Parêzgehê bin, dê werin dadgehkirin.”
 

Nûçeyên têkildar