26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Newrolî: Hevalên Newşîrwan mijûlî danîna tohmetan e..Baweriya ti kesî bi wan nayê

Çavkanî: KDP.info

Silêmsnî-KDP.info- Berdevkê Encumena Serkirdatiya PDKê li Silêmaniyê ragihand ku, hevalên Newşîrwan Mistefa tiştek di destê wan de nemaye, lewma niha mijûlî danîna tohmetan e bo PDKê.

Piştî ku hevalên Newşîrwan tohmetek ji PDKê re amade kirin ku qaşo endamên PDKê bi xwe êrişî navend û avahiyên xwe li Silêmaniyê kirine, Berdevkê Encumena Serkirdatiya PDKê li Silêmaniyê Faris Newrolî ji malpera KDP.info re ragihand: “Hevalên Newşîrwan êrişî navend û kadirên me kirin, ku amadekarî jê re kiribûn, lewma ew tişta ku ew dibêjin dûr e ji rastiyê.”

Faris Newrolî wiha got: “Ew yek ne dib ala PDKê de bû, herwiha tiştaka ku li hember PDKê hat kirin, partiya Baisê jî nekir. Kes nikare bawer bike ku PDKê gule berdan avahiyên xwe û agir berda wan. Ev gotin ya hevalên Newşîrwan e ku tiştek di destê wan de nemaye. Ez bi xwe ligel Asayişî axivî me û ji min re gotine ev yek derew e.”
 

Nûçeyên têkildar