25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hejmarek şandên Swêdê tên Kurdistanê..Serokwezîrê Kurdistanê spasiya Swêdê dike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Konsulusa nû ya Swêdê kir û di wê hevdîtinê de Molen eşkere kir ku Swêd gelek girîngî bi warên civakî, abûrî û parastina mafên takekesan û dijatî kirina tundûtîjiya dijî jinan dide û ev pêngavên ku di wan waran de li Kurdistanê de hatine avêtin bi girîng wesif kir.

Îro Pêncşemê 15/10/2015 Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulusa nû ya Swêdê ya li Iraqê Annika Molen û heyeteke pê re kir.

Di civînê de Molen kêfxweşiya xwe ya li hember serdana xwe bo Kurdistanê û hebûna têkiliyên bihêz yên di navbera Swêdê û Kurdistanê de diyar kir û hêviya dom kirina têkiliyên han di navbera her du aliyan de xwest.

Molen eşkere kir ku Swêd gelek girîngî bi warên civakî, abûrî û parastina mafên takekesan û dijatî kirina tundûtîjiya dijî jinan dide û ev pêngavên ku di wan waran de li Kurdistanê de hatine avêtin bi girîng wesif kir.

Molen di berdewamiya axaftinên xwe de behsa kêşeyên heyî yên li Kurdistanê de kir û hêvî xwest ku ev kêşeyên han bi rêya danûstan û diyalogê werin çareserkirin û ew aramiya ku li Kurdistanê de heye were domandin û tevahiya aliyan lazime hewl bo bihêztir kirina yekdengiya xwe ya li dijî terorê û şerê dijî terorîstên DAIŞê bidin.

Li hember de jî Serokwezîrê Kurdistanê bixêrhatina Konsulusa nû ya Swêdê kir û hêviya serkeftinê jî di erkê nû de jê re xwest û piştgîriya hikûmeta Kurdistanê jî jê re diyar kir.

Serokwezîrê Kurdistanê di berdewamiya axaftinên xwe de spasiya hevkariyên hikûmeta Swêdê yên ku pêşkêşî Kurdistanê kiriye kir
 

Nûçeyên têkildar