26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Berpirsekî PDK: Me rêgirî li pîlana Goranê girt, niha li ser çawaniya birêvebirina welat gotûbêjan dikin

Çavkanî: KDP.info

KDP.info- Hewlêr- Serkirdeyekî PDK radigehîne ku, wan ji Goranê re da xuyakirin ku ew “tiştê di xeyala xwe de nikare cîbicî bike”, dibêje jî qonaxa duyem gotûbêja ligel aliyên siyasî ye bo birêve birina welat.

Endamê polîtbîroya PDK, Mehmûd Mihemed di hevpeyvînekê de ligel televîzyona Zagrosê got ku, her dem Goranê xwestiye ku kadro û serkirdeyên PDK bişkîne.

Derbarê civînên çareserkirina krîza serokatiya Herêma Kurdistanên de, Mihemed da zanîn ku, eger ne ji bênferehiya PDK, YNK û Yekgirtûya Islamî ba, dê Goranê di civîna sêyem de gotûbêj bidawî anîba, lê di civîna çarem de aliyan karîn bigehin 13 xalê rêkeftinê.

Navborî da zanîn ku, beriya ew biçin civîna 9yem li Silêmanî, zanyarî di dest wan de hebûn ku, niyazek bo şikandina civînê heye, lê PDK her rijd bû li ser çûna xwe, tevî ku ninek aliyan kadroyên xwe gerim kiribûn da ku xwepêşandê li pêş cihê civînê encam bidin, lê tevî wê yekê jî PDK projeya xwe pêşkeş kir û hat gotûbêj kirin, piştire jî YNK, Kome û Yekgirtûya Islamî û Goranê proje red kirin.

Wî berpirsî teke kir jî ku, PDK çend bieryar derheqê Gorranê de standin, da ku jê re bide xuyakirin ku ew nikare titştê di xeyala xwe de bike.

Pêngava duyem jî gotûbêj ligel aliyên siyasî ye, bo gehiştine bi rêkeftinekê derbarê çawaniya birêvebirina welat de.

 

Nûçeyên têkildar