Pîre: 400 têkder hatine girtin, Ereb û Sûrî û endamên hin partiyan di nav de ne

KDP.info-Hewlêr- Ji encma karên tundî û têkdayînê yên ku li Silêmanî, Pişder, Bêtwên, Germiyan û Helebceyê çêbibûn, 400 kes hatin girtin ku di nav wan de Ereb, Sûrî û endamên hin partiyan hene.
Li nûçeyên ku hatine belavkirin, berpirsên peywendiyên YNK ligel nûneratiya welatên biyanî li Herêma Kurdistanê civiya ye, Seidî Pîre ji wan nûneratiya wan welatan re gortiye ku, ew bûyerê nexwestî bûn.
Pîre li wê yekê mikur hatiye ku destên erve di nav xwepêşandanan de hevûn, tekez kir jî ku heta niha 400 kes hatine girtin, di nav wan de Ereb. Sûrî û alîgirên hin partiyan hene, bêyî ku navê wan partiyan bîne ziman.




