Serok Barzanî: Kirîza siyasî dê çareser bibe..Amerîka: Emê li ser parastina Kurdistanê berdewam be
__2015_10_14_h20m24s41__LB.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevdîtinekê de ligel şandeke Amerkayê de ragihand ku, kirîza siyasî yak u niha li Herêma Kurdistanê heye, tê çareserkirin û dê ti bandoreke xerab li ser aramiya Herêma Kurdistanê neke.
Li gorî daxuyaniyeke Serokatiya Herêma Kurdistanê, îro Serok Barzanî li Selahedînê pêşwazî li şandeke hevbeş a Partiya Komarî di Encumena Senato û Kongirêsa Amerîkayê de kir.
Di civînê de herdu Konsulusên Amerîkayê yên li Bexda û Hewlêrê û hejmareke Fermandarên Artêşa Amerîka û endam û şêwermendên Senato û Kongresa Amerîkayê de beşdar bûn.
Şanda mêvan pesnên bawerbixwebûn û qehremanî û berxwedana Hêzên Pêşmerge da û li hember aramî û pêşkeftinên Herêma Kurdistanê matmayî man, herwiha ji Serok Barzanî re eşkere kirin ku tevahiya cîhanê bi giringî li rol û pêgeha Kurdistanê dinêre.
Şanda Partiya Komarî herwiha piştgiriya xwe bo aramiya Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge û pirçekirina pêşmerge jî diyar kir û anî ziman ku ewê di hewldanên xwe yên bo komkirina alîkariyan û parastina Herêma Kurdistanê de berdewam bin.
Şanda mêvan daxwaz ji Serokê Herêma Kurdistanê kir ku derbarê rewşa şerê li dijî DAIŞê û rewşa siyasî û ewlehiyê ya deverê û Sûriyê, rewşa Kurdistanê û pêdiviyên Hêzên Pêşmerge de nêrîn û ramanên xwe ligel wan parve bike.
Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî spasiya gel, Serok, Hikûmet û Artêşa Amerîkayê kir ku piştgiriya Kurdistanê kirin û asta hevahengiya wan ligel Pêşmerge pir baş bûye û anî ziman ku ew hevkarî û hevahengiya han bi awayek bûye ku heta niha yek welatiyekî sivîl jî jê ti zerer nedîtiye û ew yek jî serkeftin û destkefteke gelek mezin e bo herdu aliyan.
Serok Barzanî diyar kir ku karê serekî yê Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge parastina pêkhateyên Kurdistanê û şerê li dijî DAIŞê û jinavbirina gefa terorê ye.
Serokê Herêma Kurdistanê di berdewamiya axaftinên xwe de behsa pirsgirêkên aborî û mesrefên mirovî û madî yên şerê DAIŞê kir û balkişand ser hatina wê hejmara zêde ya koçberan bo Kurdistanê û neşandina pereyên Kurdistanê ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve û daketina nirxê petrolê li cîhanê de, ku tevahiya wan pirsgirêkan bûne sedem ku qeyranên mezin yên aborî li Kurdistanê de derkevin.
Serok Barzanî wiha got: “Pêwîst e parastina asayişa netewî ya Kurdistanê û şerê li dijî terorîstên DAIŞê karê sereke yê tevahiya aliyên kurd be û di dawî de jî dê kirîza siyasî ya Kurdistanê were çareserkirin û ev kirîza han nikare bandoreke xirab li ser aramiya Kurdistanê bike.”
Di civînê de her yek ji Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Cîgirê berê yê Serokwezîrê Iraqê Dr. Roj Nûrî Şawês, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Husên û Berpirsê Peywendiyên Derve yên Kurdistanê Felah Mistefa jî amade bûn.




