Xesro Goran: Pilana Tevgera Goran bo têkdana rewşa Kurdistanê bû
__2015_10_14_h18m22s55__LB.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Endamê Encumena Serkirdatiya PDKê û Berpirsê Dezgeha Hilbijartinan a PDKê Xesro Goran ragihand ku, ew tişta ku Tevgera Goranê kir pilanek bû bo têkdana rewşa Kurdistanê, lê bi dilxweşî serkirdatiya PDKê rê li wan girt.
Xesro Goran Endamê Encumena Serkirdatiya PDKê û Berpirsê Dezgeha Hilbijartinan a PDKê ji malpera KDP.info re ragihand: “Ew aloziyên ku çêbûn pilanekî darêjraw bû bo têkdana rewşa ewlehiyê û asayişa Kurdistanê bi giştî û arastekirina Herêma Kurdistanê ber bi aliyekî nediyar ve, wek tişta ku li welatên erebî dixewime.”
Wî berpirsê PDKê wiha got: “Ew tişta ku Tevgera Goranê kir pilanek bû bo têkdana rewşa Kurdistanê, lê bi dilxweşî serkirdatiya PDKê ew pilan zû xwend û rê li pêşiya wê girt.”




