25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mela Bextiyar: Bila kes neyê şîretê kurdayetiyê li me û PDKê neke

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Desteya Kargêrî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiyar ragihand ku, heta 10 – 15 salên din ti karek bê YNKê nayê kirin û bila kes neyê şîretê kurdayetiyê li me û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) neke.

Mela Bextiyar duhî di çileyê şehîdkirina Fermandarê Pêşmerge Lîwa Sefîn Ebdulmecîd de gotarek pêşkêş kir û tê de çend daxuyaniyên girîng da.

Bextiyar di gotara xwe de wiha got: “Bila ti kes û alî neyê û şîretên kurdayetiyê li me û PDKê neke, herwiha ti kes nikare xwe bide xuyakirin ku ew ji me û PDKê zêdetir dixwaze pirsgirêk û qeyran bên çareserkirin.”

Mela Bextiyar ragihand: “YNKê bi hemû awayekî li dijî du-îdareyê ye û em her pêngaveke şaş bo wê yekê emê li dijî wê rawestin û rê li pêşiya wê bigirin û li dijî wê kar bikin.”

Berpirsê Desteya Kargêrî ya YNKê amaje bi hewlên YNKê bo başkirina rewşê kir û wiha domand: “YNKê dest bi civînan kiriye ligel hemû aliyan û dê li ser wan civînan berdewam be bo çareserkirina qeyranan. YNKê li dijî ti aliyekî, destê aliyê din nagire.”

Derbarê xwekişandin û nekişandin ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî, Bextiyar wiha got: “Tevî ku di dema pêkanîna hikûmetê de zilmek mezin li YNKê hat kirin, lê bo pêkanîna hikûmeteke hevbeş ku hemû alî tê de bin, me biryar da ku em di hikûmetê de beşdar bin û emê niha jî tê de berdewam bin.”

Herwiha derbarê dûrxistina Tevgera Gorran ji hikûmetê jî, Mela Bextiyar ragihand: “Bi rûxana stûnekê hikûmet li ber çavê YNKê reş nabe, emê hewl bidin pêwendî û gotûbêjên xwe ligel PDKê baştir bikin ji berê, ku em hûrtir bin di wan pêwendiyan de û baştir guh li hev bikin.”

Di beşekî din ji gotara xwe de, Bextiyar hişyarî da wiha got: “Çendîn bermîlên teqîner ku hêj neteqî ne li Kurdistanê hene, hêvîdar im bi agirê derdora me, ew bermîl neteqin.”

Nûçeyên têkildar