26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

“Biryara PDKê bo kontrola rewşê bû”

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Çavdêrekî siyasî dibêje, PDKê ew biryar da, da ku aloziyên Silêmaniyê neyê Hewlêr û navçeyên din ên Kurdistanê, lewma ew biryar da ku rewşê aram bike.

Çavdêrê Siyasî û Mamosteyê Zanîngehê Dr. Salih Mela Umer Îsa ji malpera KDP.info re ragihand: “PDKê hes bi wan qeyranên li Herêma Kurdistanê kiriye, ji ber ku eger rê verkirîba dê wê qeyranê hemû Herêma Kurdistanê girtiba, lewma PDKê ew biryar da.”

Dr. Salih Mela Umer Îsa wiha got: “Alîgirên PDKê li sînorê Silêmaniyê birîndar bûne û avahiyên wan hatine şewitandin, lewma ji bo ku alîgirên xwe aram bike û kontrola rewşê bike, biryar da ku Yûsif Mihemed û wezîrên Goranê ji kar dûr bixe.”

Wî çavdêrê siyasî wihadomand: “PDKê di Parêzgeha Silêmaniyê de opozîsyon e û xizmetguzarî li wir ne ji wê tê xwestin, lewma ew êrişên ku çûn ser avahiyên wê meramên siyasî li pişt in.”

Nûçeyên têkildar