Li Dihokê metirsiya nexweşiya Kolêra nemaye

Dihok-KDP.info- Li sînorê parêzgeha Dihokê tenê 8 kes bi nexweşiya kolêrayê ketibûn û piraniya wan hatin çareserkirin û nihe li Dihokê metirsiya nexweşiya Kolêra nemaye.
Parêzgarê Dihokê Ferhad Etrûşî piştî civîna xwe ligel aliyên pêwendîdar ragihand: “Li sînorê parêzgeha Dihokê tenê 8 kes bi nexweşiya kolêrayê ketibûn û piraniya wan hatin çareserkirin û nihe li Dihokê metirsiya nexweşiya Kolêra nemaye.”
Ferhad Etrûşî wiha got: “Kolêra ne nexweşyekî bê derman e û me piraniya nexweşan çareser kirin û niha tirsa wê bi yekcarî nemaye.”




