Daxuyaniya hikûmetê li ser mûçeyê fermanberan
__2015_10_13_h18m28s37__LB.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragihand ku, ti mûçeyê fermanberan naçe, lê ew nikarin demekê bo çareserkirina vê kirîzê diyar bikin.
Sefîn Dizeyî ji Rûdawê re ragihand: “Em li ser firotina petrolê rawestane. Niha em rojane 550 – 600 hezar bermîl petrol hinarde dikin.”
Dizeyî wiha got: “Hatina pereyên wê petrola ku niha tê hinardekirin dê çend mehan dirêj bike û hemû jî bi hev re nayê. Dema ku hat jî emê di cih de mûçeyê fermanberan bidin wan.”
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê sedema vê qeyranê jî vegerand ser kêmbûna nirxê petrol û ragihand: “Ti mûçeyê fermanberan naçe, lê em nikarin demekê bo çareserkirina vê kirîzê diyar bikin.”




