Heta niha 47 terorîstên DAIŞê xwe radestî Pêşmerge kirine

KDP.info-Guwêr-Li eniya şer ya Guwêr û Mexmûrê 7 terorîstên DAIŞ’ê xwe radestê Hêzên Pêşemerge kirin.
Berpirsê eniya Guwêrê, Cemal Mortke, di daxuyaniyekê de KDP.info re ragehand ku, îro li gundê Saqiye ya navçeya Guwêrê 7 çekdarên DAIŞ’ê xwe radestê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kirin.
Hate zanîn ev çekdar tev de Erebên Iraqê ne û jiber rewşa dijwar ya di nava DAIŞ’ê de reviyane. Herwiha hate zanîn ku lêkolîn û lêpirsîna yekem ligel van çekdaran hatiye kirin û ew radestê hêzên ewlekariyê kirin.
Hefteya borî jî ji sînorên Guwêr û Mexmûr 40 çekdarên DAIŞ’ê xwe radestê Pêşmerge kiribûn.




