Serokwezîr Barzanî wezîrên Goranê ji kar dûrdixe.. bo parastina rewşê ye

KDP.info-Hewlêr- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, 4 wezîrên hikûmetê yên ku li ser pişka Tevgera Gorranê hatibûn erkdarkirin, ji kar dûrxist.
Berdevkê Hikûmeta Kurdistanê Sefîn Dizeyî ji ajansa Reutersê re eşkere kir ku Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bi fermî ji wezîrên Tevgera Gorranê xwestiye, dest ji karê xwe berdin.
Sefîn Dizeyî diyar kir ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê “ji bo parastina rewşê” wezîrên han ji kar dûrxistiye.
Berdevkê hikûmetê da zanîn ku li cihê wan wezîran, wezîrên din ên hikûmetê dê bi awayekî demkî kar bikin. Serokwezîr Barzanî duh bi wezîrên Gorranê re civiyabû.




