Partîyên Bakurê Kurdistanê li Enqereyê gul danîn cîhê komkujîyê

Enqere-KDP.info- Nûnerên Hereketa Azadî, OSP, KADEP, PAK, PAKURD û PDK-BAKUR îro li bajarê Enqere çûne Sihiyê cîhê teqînê û qurnegîl danîn.
Sekreterê Giştî yê Hereketa Azadî Sitki Zilan, Serokê Giştî yê KADEPê Lutfi Kivanç, Cîhgirê Serokê Giştî yê ÖSPê Ali Gökkaya, Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelik, Berdevkê PAKURDê İbrahim Halil Baran û Serokê Giştî yê PDK-BAKUR Sertaç Bucak roja 12.10.2015ê li Enqereyê , li gel endam û dostên partîyên xwe, qurnefil danîn cîhê komkujîyê.
Li cîhê teqîn çêbibû, li ser navê 6 partîyan Mustafa Özçelik bi Kurdî, Sitki Zilan jî bi Tirkî daxuyaniyek da. Beşdaran li ser ruhê şehîdan fatîha xwendin û komkujî bi tûndî rûreş kirin.Paşê jî qurnefîl danîn cîhê ku komkujî lê hatibû kirin.
Roja 10ê Cotmehê li paytexta Tirkiyê Enqerê di dema mîtînga aştiyê de 2 teqîn pêkhatin û di encam de 128 kesan jiyana xwe jidest da û bi sedan kes jî birîndarbûn.




